Hikûmeta Tûnis: Em ê zarokên sêwî yên DAIŞ’I yên Tûnisî ku li Lîbyayê hatin kuştin, Werbigirin

Hikûmeta Tûnis ragihand ku ew ê zarokên sêwî yên DAIŞ’iyên Tûnisî ku malbata wan li ser xaka Lîbyayê şer kirin û hatin kuştin, werbigire.

Qunsulê Tûnisê yê li bajarê Mesratayê ya Lîbyayê, Tewfîq El-Qasim ragihand ku hikûmeta Tûnisê wê di demeke nêz de, bi dehan sêwiyên çeteyên DAIŞ’iyên Tûnisî ji Lîbyayê werbigire.

Li gorî Qunsulê Tûnisê, wê hikûmeta Tûnisê di demeke nêz de sêwiyên DAIŞ’iyên Tûnisî ku nêzî 54’î ne tevî dayîkên wan, werbigirin.

Duh jî şandeyek fermî ji hikûmeta Tûnisê serdana bajarê Mesrata ya Lîbyayê kir û 6 sêwiyên DAIŞ’iyên Tûnisî wergirtin.

Her wiha duh Serokomariya Tûnisê daxuyaniyek da û ragihand ku serokomar Qeys Seîd teqez kiriye ku doseya vegera van sêwiyan ya vegera li welêt divê pêk were.

Leave a Reply

Back to top button