Li Hewlêrê polîsan çalakiya li dijî buhabûna neftê asteng kir

Li Başûrê Kurdistanê nirxê tûpa gazê û neftê bûha bûye, li dijî vê yekê şêniyên Hewlêrê xwestin çalakiyekê li dar bixin, lê polîsan rê neda vê yekê. Li bajarê Silêmaniyê jî bi heman armacê şênî daketin qada.

Di rojên dawî de li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê peydakirina tûpa gazê êdî zehmet bûye.

Ev kirîz her ku diçe belavî bajar û navçeyên din yên Başûrê Kurdistanê jî dibe.

Wê îro li ber Desteya Wezîran a Herêma Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê li dijî kêmbûn û buhabûna nirxê tûpa gazê û parvenkirina neftê çalaliyek şermezarkirinê ji aliyê welatiyan ve bihata li darxistin.

Lê polîsên Hewlêrê çalakî asteng kir û rê neda çalakî pêk were.

Li bajaroka Erbet a Silêmaniyê jî îro welatiyan bi heman armancê çalakiyek li dar xistin û demek dirêj rê girtin.

Piştî ku Rêveberiya Bajarok guhdarî daxwazê çalakgeran kir çalakî bi dawî bû.

Li Soran jî êdî tûpên gazê bi dest welatiyan nakeve û bûye pirsgirêk ji welatiyan re.

Back to top button