200 malbatên Îdlibî gihîştin Minbicê

Serê vê sibehê beşa pencemîn a koçberên Idlibê ku ji 200 malbatî pêk tê, derbasî bajarê Minbicê bû.

Zêdetirî 200 malbatên ji bajar û gundewarên Idlibê, di dergeha Ewn El-Dadat derbasî Minbicê bûn.

Beşa pencemîn a Koçberên Idlibê bi koordîneya lîwa El-Şîmal Dîmokratîk a ku di bin banê QSD’ê de ye hat pêşwazîkirin.

Ji ber hejmara mezin ya koçberên Idlibê, kampeke li gundê Cideydet El-Humir tê amade kirin.

Heta niha 4 beş ji koçberan derbasî Minbicê bûn û berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bi banga fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlum Ebdî bi sedan koçberên Idlibê derbasî herêmê bûne.

Back to top button