HRE’yê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku, duh li navçeyên Şera û Mareyê li dijî çeteyên dewleta Tirk 2 çalakiyên sabotajê pêk anîn, di encama her du çalakiyan de 5 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûne
Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
“Di 3’yê Sibatê de li gundê Meryemîn ê navçeya Şera û li herêma Mareyê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin.
Di encama van çalakiyan de li Meryemînê çeteyek hat kuştin, li Marêye jî 4 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê bi tank, obus û hewanan gundên navçeyên Şêrawa, Şêra yên Efrînê û gundên herêma Şehbayê bê navber topbaran kirin.
Di heman demê de li ser herêmê tevgera balafirên şer û balafirên keşfê jî didome.