Endamtiya Swêdê ya ji bo NATO’yê

Parlamentoya Hungaryayê dê îro endamtiya Swêdê ya NATO’yê erê bike.
Di nava 31 welatên endamên NATO’yê de tenê raya Hungaryayê mabû.
Piştî demekê pêvajoyên hevdîtin û nîqaşan Swêdê bi erêkirina Hungaryayê bibe endamê NATO’yê.

Bi erêkirina protokola endamtiyê ya di meha Çile de ji aliyê Meclisa Mezin a Tirkiyê ve, Hungarya di nava 31 welatên endamên NATO’yê de yekane welat ma ku beşdarbûna Swêdê nepejirand.

Serokwezîr Viktor Orban ku serokatiya hikûmeta populîst a rastgir dike, diyar kir ku ew rexneyên Swêdê yên li ser nebûna hiqûqê ya li Hungaryayê wekî “heqaret” dibînin û zirarê didin têkiliyên baweriyê yên di navbera her du welatan de.

Piştî civîna ku hevkariya polîtîkaya parastin û ewlehiyê ya di navbera her du welatan de hat nîqaşkirin,

hat ragihandin ku ji bo Swêd 4 balafirên şer ên nû JAS 39 Gripen ji Hungaryayê bikire lihevkirinek hatiye kirin.

Parlamentoya Hungaryayê bo erêkirina endamtiya Swêdê bicivin

Her wiha peymana li ser parastin û lojîstîka 14 balafirên Gripen, ku Hungaryayê di sala 2006’an de ji Swêdê kirê kiribû

û dê di sala 2026’an de tevlî artêşa Hungaryayê bibe, heta sala 2036 dirêj kirin.

Swêd û Fînlandiyayê piştî ku Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir û di Gulana 2022’an de serlêdana tevlêbûna NATOyê kir, polîtîkaya bêalîbûnê ya ku bi salan domandibûn bi dawî kirin.

Dema ku Fînlandiya di Nîsana sala borî de bi ser ketibû ku bibe endama hevpeymaniyê, Swêd neçar ma demek dirêj li benda erêkirina Tirkiyê û Hungaryayê bimîne.

Meclisa Mezin a Tirkiyeyê di meha Çileyê de protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl kir.

Piştî erêkirina Enqerê, Waşîngtonê çira kesk ji bo firotina balafirên şer ên F-16 ji bo Tirkiyê vêxist.

Back to top button