NY: Wê pêvajoya siyasî piştî 2 hefteyan li Cinêvê dest pê bike

Ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê, piştî 2 hefteyan pêvajoya siyasî li Cinêvê tê lidarxistin. 

Nûnerê NY yê Lîbyayê Xesan Selama ragihand ku tê payîn civînên pêvajoyê bi amadebûna herdu aliyên şer werin destpêkirin.

Selama teqez kir ku “biryara qedexekirina çekan ji herdu aliyan ve tê binpê kirin, ji ber çekdarine ne Lîbî di refên wan de hene.

Selama hêvî kir ku ev biryar were pêkanîn da ku ev pêvajo bi ser bikev û got:

Em ê hemû pirsgirêkên din jî çarser bikin heya em agirbestê pêk bînin.

Nûnerê NY yê Lîbyayê Xesan Selamate anî ziman ku duh aliyên şer ji bo “komîteya leşkerî ya hevbeş” li Cinêvê kom bûbûn û wê di 9ê mehê de jî careke din bicivin.

Back to top button