KCK: Divê tekoşîn di sala 2024’an de geştir bibe

Bi hatina sala nû 2024 re Komalên Civakên Kurdistanê KCK û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê peyam weşandin.
KCK û KNK’ê di peyamên xwe berxwedana gelê kurd silav kirin û hêvî kirin ku di sala nû de tekoşîn hîn geştir bibe.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê bi hatina sala nû re peyamek weşand.

KCK’ê di peyama xwe de cejna sersalê cejna Noelê li cîhana Xiristiyanî û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir:

Û hêvî kir ku sala nû 2024 ji gel, jinan, bindestan û hemû mirovahiyê re azadiyê bîne.

KCK’ê di peyama xwe de bal kişand ser tekoşînên li dijî sîstema mêtingeriyê û ev tişt anî ziman:

Sala 2023’an li Kurdistanê û li her devera cîhanê bû sala têkoşîna li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst a baviksalar, mêtinger û qirker.
Gel, jin, kedkar û hemû beşên civakê yên bindest bê navber têkoşiyane û hêviya cîhaneke wekhev, azad û bêmêtingerî mezin kirine.
Hemû têkoşînên ku li dijî sîstema mêtingeriyê tên dayîn, em ji dil silav dikin.

KCK’ê îşaret bi tekoşîna gelê Kurd li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst kir û wiha got:

Gelê Kurd li Rojhilat, Rojava, Başûr, Bakur, Şengal, Mexmûr, li dervey welêt û li her devera ku lê ye bê navber têkoşîn meşandiye û hêviya serketinê mezin kiriye.

Her wiha KCK’ê di peyama xwe de tekoşîna gerîlayên azadiyê Kurdistanê jî silav kir.

KNK: Tekoşîna sala 2023 a gelê Kurd serkeftî bû

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî bi wesîleya sala nû 2024 daxuyaniyek nivîskî weşand.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de pêşî rûdanên li Kurdistanê yên 2023 nirxand û ev tişt anî ziman:

Ev sal 2023 li her çar parçeyên Kurdistanê bi têkoşîneke mezin derbas bû.
Li bakurê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk berdewam bûn.
Hêzên gerîla bi fedekarî û lehengiyeke mezin êrîş bê encam kirin.
Berxwedana taybet a li Xakurk, Metîna, Zap û Avaşînê ev rastî îspat kir.

Li başûrê Kurdistanê li Kerkûk, Xaneqîn û hemû navçeyên Kurdistanî gel tê koçberkirin û demografiya van herêmên jî tê guhartin.
Piştî êrîşa DAÎŞ’ê Şengal hê venegeriyaye ser xwe. Koçber venegeriyan cihên xwe û êrîşên dewleta Tirkiyeyê berdewam in.

Li rojhilatê Kurdistanê têkoşîna azadiyê bi her awayî berdewam bû.

Eger hinekî qels bûbe jî, lê şoreşa jin, jiyan, azadiyê dewam dike.

Li Rojavayê Kurdistanê 12 sal in statûyek heye. Ev yek destkefteke pir mezin e û pêwîst e bi her awayî were parastin û fermîkirin.
Gef û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava dewam dikin. Bi dirêjahiya vê salê gelek êrîşên berfireh pêk anîn.

Derbarê 2023’an de bi giştî em dikarin bibêjin têkoşîna azadiyê serkeftî bûye.

Back to top button