Hewildanên rejîma Tirkiyê yên bo girtina HDP’ê

Rêxistina Efû ya Navnetewî jî Dadgeha Distûra Bingehîn ya Tirkiyê bi mijra doza HDP’ê hişyar kir.

Bi nêzbûna dema hilbijartinên Serokomarî û Parlamenterî yên li Tirkiyê re, rejîma AKP-MHP zextên ser demokratan zêde dike.

Di vê çarçoveyê de, rejîma ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê ditirse, dixwaze berî hilbijartinê wê bide girtin.

Ji ber vê yekê jî bi rêya dozger û saziyên xwe hewil dide vê daxwaza xwe pêk bîne.

HDP ya vê rastiya rejîmê dibîne, ragihand ku ew ê di hilbijartina 14’ê Gulanê de beşdar nebe.

Her wiha diyar kir ku wê bi logoya Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê bibin.

Li ser sindoqan li cihê HDP’ê wê nûnerên MHP’ê amade bin!

Li gorî yasaya Partiyên Siyasî, nûnerên partiyên siyasî yên ku li gorî rêjeya dengan di hilbijartinên giştî yên dawî de di rêza pêncan de cih digirin, dikarin beşdarî komîteyên sindoqan bibin.

Bi vê biryarê MHP wê li şûna HDP’ê di komîteyên sindoqên biyanî de bibin xwedî nûner.

Piştî vê biryarê, hebûna HDP’ê ya ku di hilbijartinên berê de li tevahiya welêt partiya sêyemîn bû, di lijneya sindoqan de dest pê kir.

Piştî van nîqaşan MHP’ê berê xwe da YSK’ê û daxwaz kir li cihê HDP’ê ew amade bibin.

HDP’ê jî li komîsyonên sindoqan der barê rewşa wan de ji YSK’ê jî nêrîn xwest.

Lijneyê biryar da ku HDP, nikare beşdarî lijneyên sindoqan bibe.

Di vê rewşê de wekîlên HDP’ê yên 14’ê Gulanê nikarin di komîteyên sindoqan de cih bigirin.

Doza girtina HDP’ê: Rêxistina Efû ya Navnetewî AYM hişyar kir

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî der barê doza girtinê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku HDP duyemîn partiya herî mezin a mûxalefetê li Tirkiyeyê ye.

Hat destnîşankirin ku bi encamdana dosyaya partiyê bi biryara girtinê wê bibe sedema binpêkirina mafên azadiya raman û rêxistinbûnê.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Di dema ku welatî xwe ji bo hilbijartinên krîtîk ên piştî erdheja 6’ê Sibatê amade dikin de, girtina HDP’ê û qedexekirina siyasî ya li ser bi sedan HDP’yiyên berê û niha, bi awayekî eşkere erkên navneteweyî yên Tirkiyê binpê dike.”

Back to top button