
JI bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî 2 roj man e, di vê çarçoveyê de Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan serdana goristanên şehîdan ên kantonên Qamişlo û Hesekê kirin û mûm li gorên şehîdan vêxistin.
LI Şehbayê jî jinan soza mezinkirina asta têkoşînê li dijî êrîşên dewleta Tirk dan.
Ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê Kongreya Star û meclisên jinan li herêma Firat û Cizîrê, rêzeçalakî li dar xistin.
TIRBESPIYÊ
Duh li navçeya Tirbespiyê şandeyek jinan û malbatên şehîdan serdana Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur kirin û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.
QAMIŞLO
Bi heman armancê dayîk û hevserên şehîdan serdana goristana Şehîd Delîl Saroxan kirin..
DÊRIK
Li Dêrikê jî bi dehan jin serdana Goristana Şehîd Xebat Dêrik kirin.
Jinan bi sloganên silavkirina berxwedana jinê kulîlk danî ser gora şehîd Hevrîn û dayîka Aqîde.
HESEKÊ
Li Hesekê jî jinan goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiye xemilandin û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.
DIRBÊSIYÊ
Her wiha Li navçeya Dirbêsiyê meclisa malbatên şehîdan serdana Goristana Şehîd Rustem Cûdî kirin.
ŞEHBA
Li Şehbayê jî, bi dehan jinan, serdana Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya li kantona Şehbayê kirin.
Li wir jinan bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û soza mezinkirina asta têkoşînê li dijî êrîşên dewleta Tirk dan.