Jinan Diyar kir ku divê dadgehek ji bo darzadina sûcdarên Jinan were avakirin

Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê ya li ser ‘Rewşa jinê di nava aloziya Sûrî de’ ku doh li Navçeya Amûdê hat lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.

Yek ji encamên ku derketine pêş divê sûcên li dijî jinan were seknandin û dadgehek ji bo darizandina sûcdaran were avakirin.

Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê ya li ser ‘Rewşa jinê di nava aloziya Sûrî de’ ku doh li Navçeya Amûdê hat lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encamname ji aliyê Koorînatora Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat ve hate xwendin.

Encamname Meclisa jinên sûriyê wiha ye:

Aktîvkirina peymanên rêxistinên civaka navdewletî yên derbarê têkoşîna li dijî binpêkirinên li ser jinan.

Sînorekî ji binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk li dijî jinên Sûriyê were deyîn.

Destwerdana herêmê û bitaybet a dewleta tirk were bidawîkirin û rawestandina sûcên li dijî jinan li herêmên dagirkerî.

Avakirina dadgeh cînayetên navdewletî da ku hemû aliyên ku destên wan di sûcên şer de hene werin darzandin.

Divê mafê jinan li gorî qanûn û peymanên mirovî yên navdewletî werin mîsogerkirin.

NY û saziyên wê berpirsyartiyên xwe yên li beramberî jinan pêk bînin û ewlehî û aştiya navdewletî pêş bixin.

Destekdayîna bi jinan re dikeve ser milê hêz û rêxisitnên navdewletî, herêmî û xwecihî.

Divê jin bi awayekî çalak beşdarî amadekirina destûra Sûrî bibe.

Back to top button