Ambargoya hikumeta Şamê a li ser Şehbayê

Hevseroka Meclisa Efrînê Zelûx Bekir, Endamê rêveber ê Rêxistina Heyva Sor a Kurd Heyder Reşîd û Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Efrînê Basim Osman têkildarî encamên ambargoya hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehba û zehmetiyên koçberên Efrînê axivin. Kesên axivî diyar kirin siyaseta hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi hev ve girêdayî ne û armanc jî lewazkirina berxwedana gel û valalkirina Şehbayê ye.

Wekî tê zanîn ku gumrik ji bo kel û pelên di navbera welatan de tên veguhastin, tê ferzkirin.

Lê hêzên Firqeya Çaran a hikumeta Şamê ev yek berevajî kir û bi bendên xwe yên kontrolê ên li ser rêya di navbera Heleb û Şehbayê de, bacê li ser kel û pelên ku derbasî Şehbayê dibin, ferz dike.

Zelûx Bekîr: Armanca ji dorpêçê lewazkirina berxwedana me û valakirina Şehbayê ye

Hevseroka Meclisa Efrînê Zelûx Bekir têkildarî dorpêç û siyaseta birçîkirinê a hikumeta Şamê axivî.

Zelûx Bekîr diyar kir ku siyaseta hikumeta Şamê ku li dijî şêniyên Efrînê pêk tîne, ji êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê ne dûr e û wiha got: “Armanca her du siyasetan lewazkirina berxwedana gel û derxistina wan ji Şehbayê ye.

Piştî koçberkirina me, hikumeta Şamê li şûna ku piştgiriya me bike, dorpêçê li ser me ferz dike.”

Zelûx Bekir anî ziman armanca siyaseta birçîkirinê şikandina berxwedana gelê Efrînê yê koçberkirî û têkbirina îradeya wan e û got, “ev siyaset û plan wê têk biçin.”

Zelûx Bekir dawî bang li garantorê Rûsî li Şehbayê kir ku dorpêça li ser gelê Efrînê rake.

Heyder Reşîd: Hikumeta Şamê derbasbûna pêwîstiyên tibî û dermanan asteng dike

Endamê rêveber ê Heyva Sor a Kurd Heyder Reşîd jî têkildarî zehmetiyên ku rêxistina wan di encama dorpêçkirina herêmê de dikişinin, axivî.

Heyder Reşîd diyar kir ku hikumeta Şamê 6 milyon lîreyê Sûriyê li ser her trimbêleke ku dermanan hildigire, ferz dike û got: “Dorpêça ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye û rêgirtina li derbasbûna madeyên tibî û dermanan, karê rêxistinê asteng dike.”

Heyder Reşîd bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku dawî li dorpêç û li siyasetên hikumeta Şamê bînin.

Basim Osman: Ji ber ambargoya hikumeta Şamê cotkar nikarin zeviyên xwe biçinîn

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Efrînê Basim Osman jî bal kişand ser ziyanên ku di encama dorpêça li ser Efrînê de gihaştiye çandiniyê.

Basim Osman destnîşan kir ji ber dorpêça hikumeta Şamê û rêgirtina li ber derbaskirina mazotê bû sedema kêmbûna berhemên sebze û genim.

Basim Osman got, Ev yek bû sedem ku cotkar hemû zeviyên xwe naçînin, ji ber ku nikarin lêçûna çandiniyê bi cih bînin.

Back to top button