Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê Nîsanê, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê Nîsanê Cejna Şehîdan peyamek weşand.
Rêveberiya Xweser hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got:
“Şehîd nirxê manewî ye û wateyên mezin ên fedekarî temsîl dike.
Keç û xortên tevahî pêkhateyên herêmê di dirêjahiya temenê tevgera li Sûriyê , berdêlên mezin dan.
25’ê Nîsanê Cejna Şehîdan e.
Ev roj rojeke dîrokî ye û nîşaneyên wê yên kûr di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.”
Rêveberiya Xweser di daxwiyaniya xwe de da zanîn ku Bi saya şehîdan serkeftinên dîrokî pêk anîne û wiha domand :
“Di vê roja dîrokî de, em bejna xwe li hemberî tevahî şehîdên azadî û rûmetê ditewînin.
Şîfa ji hemû birîndaran re dixwazin .
Û kedên wan ên lehengane bi bîr tînin.”