Çalakiyên Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê bi xelatkirina serkeftiyan bi dawî bû

Çalakiyên Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê ya ku di 17’ê Hezîranê de dest pê kiribû, bi xelatkirina serkeftiyan bi dawî bû.

Desteya Çandê ya Herêma Firatê bi hevkariya Weşanxaneya Ava li navnda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya kobanê mihrîcana Kobanê ya wêjeyî ya yekemîn bi diruşma ” Heke neyê nivîsandin, her tişt di bîrdanekê de bi têra xwe tê jibîrkirin” dest pê kiribû.

Mîhrîcana bi navê wêjevan Şahîn Bekir Sorgulî hat birêxistinkirin.

Tê de şevbuhêrkên helbest, hevdîtin bi rêya zomê bi nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji tevahî cîhanê hatin pêşkêşkirin.

Çalakiyên mîhrîcanê bi xelatkirina kesên serkeftî di pêşbirkên wêjeyî de bi dawî bûn.

Cîgira hevseroketiya Desteya Çandê ya Herêma Firatê Rodîn Yûsif axivî û got: “Ev mîhrîcan gaveke bingehîn ji bo çalakiyên wêjeyî ye. Mîhrîcanên salên bê dê mezintir û xwedî derfetên berfirehtir bin.”

Piştre stran ji aliyê hunermenda ciwan Stêrvan Bozan ve hatin pêşkêşkirin.

Dengbêjê gelêrî Şêx Nebî Baqî Xido neviyê dengbêj Baqî Xido jî çend stranên kurdî yên gelêrî pêşkêşkirin.

Di dawiyê de navên kesên serkeftî hatin xwendin û hatin xelatkirin.

Back to top button