Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Çilaxa konê çalakiyê vedan

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo azadiya rêber Apo û rakirina qedexeya li ser PKK’ê li navçeya Çilaxa konê çalakiyê vedan.

Şêniyên navçeya Çilaxa, Tirbespiyê û Girkê Legê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de li ser jiyana Rêber Apo sînevîzyonek hat pêşandan.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Çilaxa Yûnis Ebdulfetah di çalakiyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” derxînin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo azadiya rêber Ocalan erkên xwe yê exlaqî û hiqûqî bi cih bînin.

Di dawiyê de bang li gel hat kirin ku tevlî pêngava derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” bibin.

Back to top button