Li Şedadê zarokek ji ber mayîna DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da

Di encama teqîna mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê li Şedadê zarokek 14 salî jiyana xwe ji dest da.

Li gor hatî diyarkirin di encama teqîna mayînek ji bermahiyên DAIŞ’ê li gundê Heclat ê bakurê rojhilatê Şedadê de zarokê bi navê Zekeriya Fadil Dear Hesen jiyana xwe ji dest da.

Gundê Heclat li ser rêya di navbera Şedad û Deşîşa de ye.

Back to top button