Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê endamê HPC’ê şehîd Bekir Bekir ku li goristana şehîdan a Helebê oxir kirin.
Di merasîmê de bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meclis, komîn û HPC beşdarî merasîma şehîd bûn.
Li goristanê, endamên HPC û Hêzên Ewlekariya Hundirîn toraneke leşkerî li dar xist.
Piştre di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir axivî û got: “Şehîd Bekir bi şev û roj parastina gelê xwe kir ku heta gihişt asta şehadetê.”
Endamê rêveber ê HPC’ê ya Şehba û Helebê Arif Menan jî got:
“Şehîd tiştên herî pîroz in, ne ji têkoşîn û fedekariyên wan bûya em nedigihaştin vê qonaxê.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.