HIZBELLAH: 2 DRONÊN ISRAÎLÎ BAŞÛRÊ BEYRÛTÊ KIRIN ARMANC

Piştî armancgirtina deverine Îranî li Sûriyê, 2 dronên Israîlî Beyrûta paytext kirin armanc.

 

Berpirsekî Hizbellaha Libnanî ragihand ku 2 dronên Israîlî başûrê Beyrûtê kirin armanc, yek ji wan teqiya û ya din ket bêyî biteqe.

Berpirs diyar kir ku drona duyem a li nêzî navenda medyaya Hizbellahê ket, hinek zirar pêk anîn.

Ev yek piştî artêşa Israîlî ragihand ku wê hêzên Îranî li nêzî Şam kirine armanc, bi çend saetan pêk hat.

Li gorî agahiyan, dronek ji wan a çavdêriyê bû û ji bo pêkanîna hin xebatên leşkerî hatibû şandin.

Di 2006’an de, Hizbellah û Israîl mehekê sax pev re şer kir.

Di encamê de, nêzî 1200 kes li Libnanê ku piraniya wan sivîl bûn û 158 kes li Israîlî piraniya wan leşker bûn, hatin kuştin.

 

Leave a Reply

Back to top button