BALAFIRÊN ŞER ÊN ISRAÎLÊ ÊRÎŞÎ ŞAMÊ KIR

Duh danê şevê artêşa Israîlê ragihand ku balafirên Israîlê hin dever li Şamê armanc girtin.
Berdevkê artêşa Israîlê Efîxay Edri’î li ser hesabê xwe yê Tiweeterê got ku bi êrîşa ezmanî re wan operasyoneke gengaz a Feyleq el-Quds a Îranî li dijî Israîlê vala derxistin.

Efîxay Edri’î diyar kir ku balafirên şer ên Israîlê hin deverên derdora gundê Aqreba li başûr-rojhilatê Şamê armanc girtin.

Berdevkê artêşa Israîlî got ku ew armancgirtin li dijî çalakgerên Feyleq el-Quds a Îranî bû ku xwe ji bo operasyonên li dijî Israîlê amade dikirin.

Ji aliyê xwe ve, artêşa rêjîma Sûrî ragihand ku pergala parastina ezmanî ya artêşa wan li hember êrîşên Israîlê derket û gelek moşekên Israîlê bêbandor kirin.

Leave a Reply

Back to top button