Di şerê li Sûdanê de waliyê Darfûrê hate kuştin

Şerê navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dijwar dibe.
Di van êrişan de waliyê Darfûrê Abbeker hate kuştin.
Jimara şêniyên koçberî welatên cîran bûyîn jî mîlyonek derbas kir.

Artêşa Sûdanê ragihand ku di encama şer û aloziya şeva borî ya navber Hêzên Piştevaniya Lezgîn de, Waliyê eyaleta Darfûrê Hamis Ebdullah Abbeker hate revandin û kuştin.

Şerê li Sûdanê yê di navbera artêşê ya bi serkêşiya Ebdulfettah El Buran û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ya bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqlo de, ji 15′yê Nîsanê ve dewam dike.

Heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane û bêtirî milyonek welatî revîne welatên cîran.

Artêşa Sûdanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama şer û aloziya doh bi şev ya di navbera Hêzên Piştevaniya Lezgîn û Artêşê de, Waliyê Eyaleta Darfûrê Abbeker hatiye kuştin.

Artêşa Sûdanê heman daxuyaniyê de kuştina Waliyê Darfûrê ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve şermezar kir û wiha got:

“Kuştina Waliyê Darfûrê Hamis Ebdullah Abbeker ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve rûpeleke nû li tawanên wî yên hovane yên li dijî tevahiya gelê Sûdanê zêde kir ku di dîroka vî welatî de nehatiye dîtin.”

Her wiha hate diyarkirin ku revandina Waliyê Rojavayê Darfûrê piştî hevpeyvînek li gel televîzyona Ehedas pêkhatiye ku piştre dengê guleyan hatiye.

Daxuyaniya Artêşê de hate destnîşankirin ku Abbeker yek ji wan serkirdeyên ku peymana aştiyê ya Juba îmze kiribû û ti pêwendiya wê bi nakokiyên navbera artêş û hêzên çekdar re nebû.

Şerê Sûdanê-piştî agirbestê dîsa şer derket

Back to top button