Hêzên rejîmê Sûriyê nêzî deriyê Miret El-Noman dibe

Bi gurbûna şerê li Idlib û derdora Helebê re, dor li çeteyên dewleta tirk a dagirker ten dibe. Hêzên rejîma Sûriyê tevahiya gundên li rojhilatê navçeya Mieret el-Noman kontrol kirine.

Operasyona hêzên rîjîma Sûriyê li Idlib û Helebê yên li dijî çeteyên dewleta tirk a dagirker ji 5 aliyan ve bi tundî dewam dike.

Hêzên rîjîma Sûriyê bi piştgriya Rûsyayê pêşketineke mezin li rojhilat û bakurê Mieret el-Noman bi dest xistin.

Li gor ajansên xwecihî, hêzên rejîma Sûriyê tevahiya gundên li rojhilatê Mieret el-Noman kontrol kirine û niha rejîm nêzîkî deriyên bajêr bûne.

Her wiha rejîma Sûriyê riya M5 li bakurê Mieret el-Noman qut kirin û herdu gundên Dana û Babîla li rojavayê riya navdewletî kontrol kirin.

Bi vî awayî nûqteya Mer Hetat ya leşkerên dewleta tirk ya dikeve başûrê Mieret El Noman ji sê aliyan ve dorpêç kir.

Li gorî çavkaniyên hêzên rejîma Sûriyê armanca sereke ya rejîma Sûriyê kontrolkirina tevahiya rêya navbera Şam û Helebê ye.

Rejîm dixwaze bi vê pêngavê re careke din tevgera bazirganiya li herêmê bêxe bin kontrola xwe.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
LI GUNDEWARÊ IDLIBÊ ŞER DEWAM E,6 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li alîkî din ve Çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di şerê li gundewarê Idlibê de, di nav de jinek 6 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Ev sivîl di encama şerê di navber hêzên rêjmê û çeteyên dewleta Tirk li Seraqib, Bizabûr û gundê Mair Debsê hatine kuştin.

Çavdêriyê diyar kir ku balafirên Rûsya 86 êrîşên hewyaî li ser başûrê Heleb û gundên wê yên rojavayî pêk anîn.

Her wiha çavdêriyê destnîşan kir ku derdora 120 hezar sivîl ji gundên Heleb û Idlibê koçber bûne.

Back to top button