Ji Frasan bo welatiyên xwe: Bi ti awayî serdana Îranê nekin

Wezareta Karê Derve ya Fransayê ji welatiyên xwe, bi taybet ji welatiyên xwe yên ji Îranê xwest ku niha bi ti awayî serdana Îranê nekin.

Rêveberiya Tahranê beriya çend rojan 8 sal cezayê girtîgehê li welatiyekî Fransa birî.

Li dijî vê yekê Wezareta Karê Derve ya Fransa bi daxuyaniyekê bertek nîşan da.

Wezaretê daxwaz ji welatiyên xwe, bi taybet ên welatiyên Fransayê yên xelkê Îranê ne û niha li Fransayê ne kir ku bi ti awayî serdana Îranê nekin.

Di daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Fransayê de wiha tê gotin:

“Em çûna welatiyan a ji bo Îranê niha bi ti awayî baş nabînin.

Ji ber îhtimala rûbirûya metirsiya girtin û cezakirina nedadperwerî heye.”

Wezareta Derve ya Fransayê têkildarî welatiyên Fransa yên niha li Fransayê ne jî wiha tîne ziman:

“Divê hatinûçûna xwe sînordar bikin.

Tevlî civîn û semîneran nebin.

Peywendiyê li gel konsolosxaneya welat a li Îranê bikin.”

Back to top button