Ji ber lehiya li Sîdney wê 50,000 kes werin veguhestin

Li Awistralya nêzî hefteyekê ye, baran ranaweste.
Barana ku bi xwere lehî ranî, bû ye sedema ku gelek avahî dibin avê de bimînin.
Wê li bajarê Sîdney ji ber lehî û metirsiya wê 50 hezar kes werin veguhestin.

Ji 30’ê Hezîranê ve li Awustralyayê baran ranewestiyaye.

Ev barana zêde bi xwere lehî aniye.

Ji ber barana zêde ya ku di van çend rojên dawî de zêde bûye, li Sîdneyê bend û kanal di nava vê de mane.

Ava rabûyî bandor li piraniya bajar kiriye.

Eyaleta New South Wales, derbarê 23 rûniştgehan de “herêmên felaketê” îlan kir û ragihand ku ji bo kesên ji ber lehiyê mexdûr bûne wê alîkariya federal bê destpêkirin.

Serokwezîrê eyaletê Dominic Perrottet gel hişyar kir ku ji bo lehiyên nû agehdar bin û bang li welatiyan kir ku tevdîrên xwe bigrin.

Perrotteti ragihand ku ji ber zêdebûna bandora karesatê biryara tehliyekirina 32 hezar kesî ya li Sîdneyê zêde kirine.

Ev derket 50 hezar kesî.

Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê û hawarçûnê nêzî 100 kesên ku ji ber lehiyê tevahiya şevê li bajêr di nav otomobîl û malên xwe de asê mabûn rizgar kirin.

Rayedarên meteorolojiyê agahî parve kirin ku ji sibê danê êvarê ve baran wê bandora xwe winda bike.

Li Sîdneyê di 3’ê Tîrmehê de, ji bo bi deh hezaran kes ji ber xetera barana zêde û lehiyê biryara tehliyeyê hat dayîn.

Her wiha ji welatiyan hat xwestin ku heta pêwist nebe ji seferê dûr bisekinin.

Back to top button