Coşkûn Parlak: Tecrîd yek ji rojevên me yên bingehîn e

Alîkarê Hevserokên HEDEP’ê Vezîr Coşkûn Parlak derbarê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan de diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe dê pêkanîna aştiya herêmê zehmet be.

Coşkûn Parlak da zanîn ku mijara tecrîdê ji bo wan mijara sereke ya têkoşînê ye û got:

”Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan weke îradeya xwe dibîne û datîne pêşiya me ku azadiya wî yek ji rojevên herî girîng e.

Weke partiyê wezîfeya me ya herî girîng ew e ku rojevên sereke yên gelê xwe bigihînin Meclîsê û qadên din ên siyasî.

Lewma tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê di dema pêş de yek ji rojevên me yên herî bingehîn be.

Heta ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin em ê têkoşînê dewam bikin.”

Mehmût Dîndar: Divê demildest tecrîd bê şikandin

Back to top button