Mehmût Dîndar: Divê demildest tecrîd bê şikandin

Parlamenterê HEDEP’ê yê Wanê Mahmût Dîndar diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê ya ku di tecrîdê de israr dike, li gorî destûra bingehîn û qanûnan tevnagere.

Parlementerê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) yê Wanê Mahmût Dîndar diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan veguheriye tecrîda li ser tevahiya Tirkiyeyê.

Mahmût Dîndar got: “Dema em îro temaşe dikin, li Tirkiyeyê sedema sereke ya zehmetiyên aborî ji ber lêçûnên şer e.

Ev jî ji ber tecrîdê ye. Ji ber ku me gelek caran got aktorê ku wê aştiyê li vî welatî pêk bîne Birêz Abdullah Ocalan e.

Partiya me timî vê yekê tîne ziman. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê bêhiqûqî heye.”

Mahmût Dîndar destnîşan kir ku sedema hilweşîna pergalên li Rojhilata Navîn tecrîd ê û wiha dewam kir :

” Sedema siyaseta li Rojava tê meşandin û bi hevre jiyankirina gelan, tenê ji ber fikir û ramanên Birêz Abdullah Ocalan e.

Ji ber vê yekê ji bo ku Tirkiye demildest vegere ser rê, divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan were şikandin.

Ger ev tecrîd neyê rakirin, Tirkiye wê her roj bêhtir têk biçe.

Divê demildest ev tecrîd bê şikandin.”

Newroz Uysal: Bi desteserkirina mafê hêviyê dixwazin pêşiya azadiya Kurdan bigrin

Back to top button