Endama Yekîtiya Tabîbên Navneteweyî ya Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) Dr.Gîsela Penteker diyar kir ku tecrîd îşkence ye û bandorê li hemû civakê dike.
Dr.Gîsela Penteker got: “Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.”
Endamê IPPNW û Aktîvîsta Aştiyê Dr.Med Gîsela Penteker têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan da zanîn ku tecrîd li Tirkiyeyê bûye polîtîkayek û bandorê li hemû civakê dike.
Dr. Gisela Penteker daxuyand ku mafên bingehîn ên mirovan tên binpêkirin û got:
“Tecrîd êşkence ye.
Tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan êşkence nayê kirin.
Ev pergaleke êşkenceyê ye ku bandorê li her kesî dike û nayê qebûlkirin.”
Dr. Penteker bêdengiya CPT rexne kir û wiha anî ziman:
”Rêber Abdullah Ocalan ji ber polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk û bêdengiya saziyên navneteweyî nikare bigihêje mafê xwe yê tenduristiyê.
Abdullah Ocalan ne ciwan e, ji aliyê fizîkî ve kal e û ji ber vê yekê pêwîstiya wî bi kontrolên tenduristiyê yên birêkûpêk heye.”