Newroz Uysal: Bi desteserkirina mafê hêviyê dixwazin pêşiya azadiya Kurdan bigrin

Parlamentera HEDEP’ê Newroz Uysal Aslan bal kişand ser biryara DMME’yê ya ‘mafê hêviyê’ ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku dewleta Tirk bi desteserkirina ‘mafê hêviyê’ azadiya gelê Kurd hedef digire.

30 meh in bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin nayê kirin.

Ev pêkanîn ku li Îmraliyê veguherî tecrîda mutleq hem li dijî hiqûqa navxweyî hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Li gor qanûnê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê-DMME’ê ku Tirkiye jî endameke wiye û qebulkiriye girtiyeke siyasî piştî 25 salan di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de divê ji nû ve were darizandin.

DMME’yê di vê çarçoveyê de ji Tirkiyê xwest ku di sala 2024’an de rewşa Rêber Apo ji nûve birxîne.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û parêzera berê ya Rêber Apo Newroz Uysal Aslan polîtîkaya tecrîdê û mafê hêviyê ji ANF’ê re nirxand.

“Dewleta Tirk di sala 2002’an de di qala 17 ya cezayê darvekirinê de guhertin çêkir û xist çezayê giran ê heta hetayî.

Tirkiye bi vî rengî xwest ku azadiya Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî qanûnî asteng bike.

Lê belê bi biryara DMME’yê ev astengî bi xwe jî ji aliyê hiqûqî ve li dijî qedexeya îşkenceyê dît û ji Tirkyê xwest li gor xala 3’emîn a DMME ê tevbigere.

Lê belê îradeya siyasî ya ku dewletê bi rê ve dibe, bi polîtîkaya êrîş û girtina li hemberî Kurdan re, ne amade ye rêziknameyeke hiqûqî ya azadiya birêz Abdullah Ocalan pêk bîne, bike.

Berovajî vê yekê her roja ku diçe şert û mercên tecrîdê girantir dike.

Newroz Uysal: Avakirina sîstema Îmraliyê polîtîkayê neçareseriya pirsgirêka kurd e

Newroz anî ziman ku di navbera desteserkirina mafê hêviyê û êrişên li ser kurdan der hevsengiyek heye û ev nirxandin kir:

“Afirîner û pêkanînên pergala tecrîdê heman hêzên li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd in.

Bi mafê hêviyê yê hatiye desteserkirin re dixwazin azadiya Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî qanûnî asteng bikin.

Sedema avakirina vê sîstemê jî polîtîkaya neçareserî/şer a pirsgirêka Kurd e.

Ev pêvajo di heman demê de pêvajoyên ku tê xwestin ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê tevî hemû parçeyên Kurdistanê bê tecrîdkirin.”

Back to top button