Partiyên Kurdî ji bo yekîtiyê tên gel hev

Parlementerê HDP’ê Amedê Îmam Taşçier diyarkir ku di demeke nêz de ji bo yekîtiyê wê 70 nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên Kurdan biçin Başûrê Kurdistanê.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, careke din mijara yekitiya neteweyî ket rojeva Kurdan.

Herî dawî di vî warî de gava herî berbiçav di sala 2013’an de hatibû avêtin. Wê demê rêber Abdullah Ocalan, ji bo Kongreya Yekitiya Neteweyî bang li serokê Herêma Kurdistan a Federal ê berê Mesûd Barzanî û serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî kiribû.

Lê mixabin ev xwesteke hemû Kûrdan pêk nehat û ev xebat neçû serî.

Yek ji endamên komîteya amadekar a wê demê parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier bû. Taşçier têkildarê xebatên Kongreya Yekîtiya Netewî de axivî.

Taşcier ragihand ku wê di demeke nêz de ji hemû perçeyan nêzî 70 nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên Kurd ji bo yekitiya neteweyî li Başûrê Kurdistanê bên cem hev û got:

“Em hêvîdarin ku vê carê yekîtiya xwe pêk bînin. Ger ku em pêk neynin ne dîrok ne jî gelê me wê me efû bike.”

Leave a Reply

Back to top button