Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkiriin, hat zanîn ku artêşa Tirk bi sedan çeteyên xwe ji Girê Spî vekişandine û şandine Lîbyayê.
Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa dewleta Tirk zêdetirî 500 çeteyên li herêmên Girê Spî vekişandin û şandin Lîbyayê.
Çavkaniyan diyar kirin ku arêşta Tirk 2 hezar dolar mehane ji bo her çeteyekî veqetandiye.
Hat diyarkirin ku çeteyên ji bo Lîbyayê hatine şandin girêdayî çeteyên Cebhet El-Şamiyê, Cebhet El-Şerqiyê, Sultan Murad û Feyleq El-Mecid in.
Artêşa Tirk ji bo kêmbûna hejmara çeteyan li herêmên dagirkirî, ferman da çeteyên Cebhet El-Şamiyê ku bigirin ser malên taxa Eyn Erûs a girêdayî Girê Spî û ciwanan bigirin.