Li Kerkûkê 1’emîn festîvala berhemên hinaran hat lidarixistin

Li Kerkûkê yekem car bi beşdariya cotkarên Başûrê Kurdistanê 1’emîn Festîvala Hinaran tê li dar xistin.
Di festîvalê de bi dehan berhemên xwemalî û xwarinên Kurdî tên pêşkeşkirin.

Festîval bi amadebûna hejmareke zêde ji welatiyan hate vekirin.

Jin jî bi huner û xwarinên xwe yên Kurdî beşdarî festîvalê bûn.

Têkildarî girîngiya festîvalê yek ji cotkarên parêzgeha Helebce axivî û got:

“Ev festîvale ji bo girîngî ji berhemên navxweyî û xwarinên xwemalî re bê dayîn.

Divê em vî welatî şîn bikin û ji vî welatê xwe yê şirîn hez bikim.”

Şehên Luqman jî jinek ji bajarê Kerkûkê ye, têkildarî festîvalê kêyfxweşiya xwe nîşan da û wiha axivî:

“Çalakiyên bi vî awayî ji bo jinên dest zêrîn yên karê dest dikin gelek bi sûde.

Ya ji me jinan re girîng ewe ku em di hemû warên jiyanê de piştgiriya hevdû bikin.”

Back to top button