Herêma Firatê-Dûpişk û maran bi 71 kesan vede

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê aşkera kir ku di Hezîranê de dûpişk û maran bi 71 kesî vedaye.

Bi zêdebûna germahiyê re, mar û dûpişk jî zêde dibin.

Helbet zêdebûna wan jî metersiyê ava dike.

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê di Hezîranê de li gundewarên cuda yên herêma Firatê dûpişkan bi 67 kesî veda û maran bi 4 kesan veda.

Li gorî desteyê, birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Lê heta niha tu rewşên wefatê jî nehatine qeydkirin.

Her sal di navbera Hezîran û Tîrmehê de li tevahî herêmên Sûriyê ji ber bilindbûna pileyên germahiyê, bi taybet li herêmên bakur û rojhilat dûpişk û mar zêde dibin.

Back to top button