Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersivdayîna êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Minbicê eşkere kir.
Di bersivdayîna êrişan de 53 çete hatin kuştin û 127 çeteyên din jî birîndar bûn.
Her wiha 9 panzer û erebeyên leşkerî hatin rûxandin.
Meclisê diyar kir ku berxwedana destane ya şervanan, tevahî êrişên çeteyan têk bir û nehiştin ku bostekê bi pêş de werin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî encamên bersivdana êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên Minbicê daxuyaniyek weşand.
Meclisê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî destpêkirina operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ji bo piştgiriyê bide komên çeteyan êrişên xwe zêde kirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 53 çete hatin kuştin û 127 jî birîndar bûn
Meclisê eşkere kir ku di bersivdayîna hêzên wan de, 53 çete hatin kuştin, 127 din jî birîndar bûn û 9 erebe û panzer hatin rûxandin.
Her wiha gelek çek û ceblixaneyên dagirkeran jî hatin desteser kirin.
Di êrişên li dijî gundên Minbicê de, bombeyek bi erebeyeke Hêzên Asayişê ve teqiya. Di encamê de 4 endamên Asayîşê şehîd bûn.
Her wiha bombeyek bi erebeya endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî Bozan Osman de hate teqandin û di encamê de şehîd bû.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir dewleta Tirk ji bo ewlehiya Minbicê û herêmê têk bibe û fitneyê di navbera pêkhateyên wê de derxe, tevahî rêbazên kirêt û şerê taybet yê bi rêya çapemeniyê bi kar anî.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 5 sivîl şehîd û 4 birîndar bûn
“Di êrişên li dijî jîngehan û herêmê de çekên giran bi kar anîn.
Ji ber wê gelek sivîl bûn quran û zirarên mezin li mal û milkên wan û binesaziya herêmê bû.
Di êrişan de, 5 sivîl şehîd bûn û 4 din birîndar bûn. Çeteyan 2 sivîl ji gundê Mehsenlî revandin.
Di van êrişan de çeteyên DAIŞ jî hebûn.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 3 Şervanên me şehîd û 6 birîndar bûn
Meclisê diyar kir li dijî tevahî êrişên dijwar, şervanên wan bi lehengî li ber xwe dan û destanên lehenegiyê nivisandin û hat gotin,
“Tevahî êrişên çeteyan têk birin û nehiştin çete bostekê nêzî axa me bibin.”
Meclisê da zanîn ku di oxira parstina herêmê de 3 şervanên wan şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.
Endamekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.
Meclisê dawiyê fedekariyên şervanan li hember êrişan û rola ciwan û êlên Minbicê silav kir û got ewê dijî her cure êrişan heta dawî parastina herêmê bikin.