Fermandarekî Cebhet El Ekrad: Em li hember her cûre êrişan amade ne

Fermandarê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebû Ebdo Kefer Sixîr detayên êrişên li dijî gundewarên Minbic û Babê aşkera kirin.
Ebû Ebdo destnîşan kir ku dê ew bi ser kevin û dê her kesê dest bide ewlehiya herêmê, tune bikin.

Ebû Ebdo Kefer Sixîr wuha axifî:

“Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 10 rojan ve, di bin navê êlan de êriş rojhilatê Babê, gundên bakur û rojavayê Minbicê dike.

Rêbaz û çekên giran ên çete bi kar tînin, heman rastiya terora wan û dewletên ku desteka wan dikin nîşan dide.

Em li hember çeteyên Ehrar El Şerqiye, Heyet Tehrîr El Şam li ber xwe didin.”

Ebû Ebdo detayên êrişên li gundewarê Babê aşkera kirin û got:

“Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 5 caran êriş gundê El Bûyhic kir lê hêzên me bersiva êrişan da û zirarên mezin li wan kir. ”

Ebû Ebdo soz da ku hêzên wan li hember tevahî êrişan amade ne û ev li gotinên xwe zêde kir:

“Ji damezirandina Cebhet El Ekrad sala 2013’an ve, ev hêz li hember çeteyan li ber xwe dide û li ser heman rêgezê ye.

Back to top button