Bi boneya salvegera şehadeta Ş.Bawer Agir festîval li Kobanê tê lidarxistin

Bi boneya salvegera şehadeta Ş.Bawer Agir û bi dirûşmeya “Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi ser kevin” Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, festîvalek li Kobanê li dar xist.

Endamê komîteya amadekar ê festîvalê diyar kir, ku wê di festîvalê de, gelek çalakî werin lidarxistin.

Di çarçoveya hemleya ” teqez em ê bi ser bikevin”, tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî li herêma Firatê festîvala yekem a ciwanan bi navê Festîvala Şehîd “Bawer Agirî” li daristana bajarê Kobanê li dar xist.

Festîval ji bo bîranîna salvegera yekem a şehîd Bawer Agirî ku 13’ê Cotmeha 2019’an dema êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wan li ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî, şehîd bû hat lidarxistin.

Bi sedan ji şênî û ciwanên herêma Minbic û Sirînê beşdarî festîvalê bûn.

Di festîvalê de fermandarê meclisa leşkerî ya bajarê Kobanê Bahoz Kobanî axivî û got:

Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantiyê jî bi ser bikevin.

Piştre ji rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî li bajarê Minbicê û gundewarê wê Mawa Kobanî axivî û got:

Şehîd Bawer Agirî kesayeteke şoreşger bû û ji bo parastina gelê xwe li dijî dagirkeriya Tirk kar kir û gihîşt asta şehadetê.

Festîval bi pêşkêşkirina govend û stran dewam kir.

Koma Kobanê ya stranan çend stranan gotin. Piştre Koma Ş.Star derbarê rastiya jinê û astengiyên ku rastî wê tên de şanoyek pêşkêş kir.

Koma Minbicê ya govendê jî li ber awazên erebî yên gelêrî govend gerandin.

Tîma Minbicê ya Taykwendo jî pêşandanek nîşan da.

Piştre Matçeke voleybolê di navbera tîma Minbic û Kobanê de hat lîstin.

Festîval bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button