Kazimî: Em qebûl nakin ku serweriya Iraqê were binpêkirin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku li Amerîkayê ye bi Seroka Parlamentoyê Nancy Pelosi û senaotran re civîya û got ku ew qebûl nakin serwerîya Iraqê were binpêkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Kongreyê bi Seroka Parlamentoya Amerîkayê Nancy Pelosi û bi hejmarek senator, Serokê Partiya Komarger û hejmarek endamên partiya Demokrat û Komarger re civiya.

Di civînê de Kazimî destnîşan kir ku Iraq xwedî serweriye û wê qebûl nekin ev serwerî were binpêkirin.

Nancy Pelosî hewldanên Kazimî yên ji bo parastina serweriya Iraqê bi erênî nirxand û piştgiriya xwe anî ziman.

Beriya du rojan jî Mistefa Kazimî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li Koşka Spî civiya.

Derbarê êrîşên Tirkiyê ser Başûrê Kurdistanê jî Kazimî destnîşan kir ku binpêkirin û destwerdanên Tirkiyê nayên qebûlkirin.

Back to top button