Serokê dewletê Lukaşenko li dijî xwepêşandêran leşker xist tevgerê

Li Belarûsê ev 14 rojin rewşek aloz heye.
Her çiqasî hat gotin ku Alexander Lukaşenko careke din di hilbijartina serokatiya welat de biser ket jî lê li gorî muxalifan hîle hatiye kirin û dest bi xwepêşandanan hat kirin.
Seroka mixalefetê ragihand ku wê ticarî hikumeta heyî nepejirînin û banga xwepêşandanan dubare kir.
Lukaşenko jî li dijî xwepêşandêra leşker xist nava tevgerê.

dimenê hilbijartina li belarûs we berê daxistibûn.. ji ber wê min lînak dimen ji were ne danî.

Ji 9’ê Tebaxê piştî hilbijartina serokê welat li Belarûsê û heta niha aloziya li welat gur bûye.

Di vê hilbijartina biguman de, Alexander Lukaşenko ku ev 26 sale serokê welate, careke din hat hilbijartin.

Dîmena seroka mixalefetê jî di arşîva me de heye…

Lê seroka mixalîf Svetlana Thikanovskaya ev encam bi xapandin binav kir û encama hilbijartinê nepejirand.

Piştî vê yekê li welat xwepêşandanan destpê kir.

Herî dawî doh careke din li ser banga seroka mixalefetê bi hezaran kes li gelek bajarên welat daketin qadan.

Di xwepêşandanên li paytext Minskê de zincîra ji mirovan hate çêkirin.

Lê ya diyar ewe ku êdî serokê dewletê Alexander Lukaşenko li dijî xwepêşandêran wê zextê zêdetir bike.

Serokê Dewletê Alexander Lukaşenko hêzên leşkerî li dijî xwepêşandêran xist tevgerê.

Lukaşenko fermanda ku li dijî xwepêşandêran tundiya herî dijwar bikar bênin.

Ev daxuyaniya Lukaşenko piştî hevdîtina wî ya bi wezîrê parastinê re derket.

Ji ber vê yekê jî leşkerên li rojavayê welat ku li ser sînorê Grodno ye ketin tevgerê.

Ev yek jî Lokaşenko li ser hesabê xwe yê telegramê ragihand.

Lê seroka mixalîf bi îsrar got ku ewê ticarî rêveberiya heyî nepejirênin.

Piştî rewşa heyî pirsa gelo Lukaşenko ji niha û pêde wê welat bi zexta leşkerî bi rêve bibe derket pêş.

Back to top button