QSD: Şervanê me Mihemed Raxib El Kurdî li Dêra Zorê şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya hêzên Sûriya Demokratîk QSD bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Mihemed El kurdî ku di operasyona xurtkirina Ewlehiyê de şehîd bûn eşkere kir.
Şêniyên şedadê şehîd Mihemed bi merasîmekê oxirkirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniykê nasnameya şervanekî xwe yê ku di operasyona xurtkirina Ewlehiyê de şehîd buye eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku şervanên wan ji bo parstina herêmê û pêkanîna aramiyê bi lehengî li ber xwedan û şerkirin û got,

“Şervanê me yê erka xweparastinê Mihemed Raxib El kurdî heta dawî dijî çeteyan li ber xweda û şehîd bû.”

QSD sersaxî ji malbata şerhîd re xwest û soza dewamkirina riya şehîdan dubare kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd weha ye.

Navê Tevgirî: Resûl
Navê û nasnav: Mihemed Raxib El-Kurdî
Navê dê: Fitêm
Navê bav: Raxib
Cih û dîroka jidayikbûn: Şedadê-1993
Cih û dîroka şehadetê: Dêra Zorê-7-9-2023

Li Şedadê şehîd Mihemed Raxib hat oxirkirin

Piştî eşkerekirina nasnameya şehîd, şêniyên navçeya Şehdadê bi merasîmekê şehîd Mihemed Raxib El Kurdî oxir kirin.

Bi sedan şêniyên navçeyê beşdarî merasima oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehra El Ebdullah sersaxî xwest û got:

“Şehîd Mihemed sembola fedakarî bû, jiyana xwe xist xizmeta gel û xaka xwe. Mînaka lehengî û wefedariyê bû.

Yek ji fermandarên hêzên komandos yê li herêma Dêrazorê Mehmûd El-Serxan jî axivî û got:

“Fedakariya şehîdan ji bo me deynek e û em ê deynê wan bidin.”

Dawiyê, wesîqeya şehîd hat xwendin, radestî malbatê kir û şehîd bi dirûşmeyan hate oxirkirin.

Back to top button