QSD′ê nasnemyên 2 şervanên şehîd bûne eşkere kir

QSD′ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku di Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê de li bajarokê Dîbanê yê Dêrozorê şehîd bûne eşkere kir.
QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gel re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan û ewlehî û aramiya li herêmê da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD′ê ragihand ku 2 şervanên wan di Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê de li bajarokê Dîbanê yê Dêrazorê şehîd bûne û nasnameyên wan eşkere kir.

QSD’ê diyar kir di çarçoveya Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya ku li Dêrazorê li dijî çeteyên ′DAIŞ′ê′, sûcdar, bazirganên hişbirê û endamên çete yên girêdayî saziyên ewlehiyê yên bi ser rejîmê hatibû destpêkirin de, ewlehî û aramî li tevahî bajar û bajarokan hat pêk anîn.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hêzên me bi lehengî û fedekariyeke mezin û bi piştgiriya eşîrên herêmê operasyona li dijî terorîst, çete û sûcdaran bi serxistin û herêm ji çeteyan paqijkirin.

Di operasyona paqijkirinê de 2 şervanên me Diyar Ebdulmecîd Hesen û Raşid Mihemed Îbrahîm şehîd bûn.”

QSD’ê dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelên herêmê re xwest û got,

“Em soz didin ku armancên şehîdan ên parastina ewlehiya herêmê pêk bînin û li hember her kesên hewl didin fitneyan derxin û aramiya herêmê têk bibin, têkoşîna xwe bidomînin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê tevgerî: Herekol Qamişlo
Nav û paşnav: Diyar Ebdulmecîd Hesen
Navê bav: Ebdulmecîd
Navê dayikê: Dildar
Cih û dîroka jidayikbûnê: Amir Kebîr (Mezin) /2001
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Zîban/05.09.2023

Navê tevgerî: Agirî Qamişlo
Nav û paşnav: Raşid Mihemed Îbrahîm
Navê dayikê: Menîfe
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Delawiyê/1996
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Zîban/05.09.2023.

Back to top button