Sîxur û çete yê bi navê Ebû Uqab kî ye?

Piştî ku QSD’ê Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin, gelek çete jî bi piştgiriya hêzên derve êrişî hêzên QSD’ê kirin.
Yek ji wan çeteyan jî sîxurê bi navê Ebû Uqab e.
ANHA’yê derbarê vî çeteyî de agahî parvekirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 27′ê Tebaxê de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ′ê, sûcdar û bazirganên hişbirê li herêma Dêrazorê Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ da destpêkirin.

Lê hêzên derve, bi rêya derbaskirina hin komên çete weke çeteyên Newaf El Beşîr û hin çekdarên girêdayî saziya ewlehî ya Sûriyê bi navê ‘El-Muqaweme El-Şe’ibiye’ her tim hewl dan vê operasyonê têk bibin.

Di Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de ku heta niha dewam dike, di dîmenekê de çeteyan li bajarokê Zîban belav kiriye kesekî bi navê Ebû Uqab derdikeve û cilên DAIŞ′ê li xwe kiriye.

Ebû Uqab di Firqeya 15’an a Hêzên Taybet ên hikumeta Şamê de efser bû, qeyda wî bi xwîna sûriyan reş e.

Çeteyê bi navê Ebû Uqab ku navê wî Mihêdî Uqab El-Ebdullah e ji Dêrazorê ye.

Beriya 2011’an, di Firqeya 15’an a Hêzên Tabyet bi hêzên hikumeta Şamê ku li parêzgehên başûrê Sûriyê bi cih bûbûn, efserek bû.

Piştî 2012’an, di şaxê herêma başûr a girêdayî îstîxbarata leşkerî ya Sûriyê de heta 2019’an de xebitî.

Di 2020’an de, piştî agahiyên derew li ser kuştina wî hatin belavkirin, li şaxê îstîxbarata leşkerî ya Şamê de hate erkdarkirin.

Wê demê winda bû û weke hevkarekî îstîxbarata hikumeta Şamê li nava refên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya bi serkêşiya Ehmed El Xebîl hate erkdarkirin.

Piştî QSD’ê Ebû Xewle ji erka wî dûrxist, Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ li dijî çete û bazirganên hişbirê da destpêkirin.

Çete Ebû Uqab jî bi piştgiriya Îbrahîm El Hefil çekdar ji herêma Meyadîn derbasî Zîbanê kirin.

Eşkere bû ku bi awayekî yekser destê Ebû Uqab û saziya îstîxbaratê ya hikumeta Şamê di bûyerên herêmên rojhilatê Dêrazorê de hene.

Back to top button