Ciwanekî Êzidî ê bi navê Rocîn Hedîd Talal hate rizgarkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê ciwanekî Êzîdî ku li Idiblê hatiye rizgarkirin radestî Mala Êzidî ya herêma Cizîrê kir.

Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê li ser malpera xwe ya fermî, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku wan ciwanê êzidî yê bi navê Rocîn Hedîd Talal ê ji Şengalê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê wergirtiye.

Ciwanê Êzidî Rocîn di êrişa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an de hatibû revandin.

Li gor daxuyaniya Mala Êzidî, Rocîn sala 2007’an li gundê Herdan ê Şengalê ji dayîk bûye.

Tevî DAIŞ’ê li tevahî erdnîgariya Sûriyê geriye û 2019’an gihaştiye Idlibê.

Mala Êzidî di daxuyaniyê de spasiya hêzên ewlekiyê kir û got:

“Rocîn niha li mêvanxaneya Mala Êzidî ya li herêma Cizîrê ye, em ê bi awayekî fermi bi rêya Meclisa Şengalê radestî malbata wî bikin.”

Back to top button