Artêşa Tirk gundên Şehbayê topbaran dike

Ev êrişên duh heta se’etên sibehê dewam kirin.
Gundên Şehba û Kobanê îro jî bi dijwarî hatin topbarankirin. 

Gundên Şehbayê Werdiyê û Xirnata vê sibehê j rastî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê hatin.

Li gorî agahiyên ji hrêmê ziyanên madî li deverên navborî bûn.

Gundên rojavayê Kobanê rastî êrişên dijwar tên

Tevî van gundan ji duh ve gundên Kobanê jî rastî êrişên dijwar tên.

Taybet gundên Şêxlera Jorîn, Zor Mixar, Beyadiyê, Ziyaretê, Çelxelo, Aşmê, Sêlim, Kûr Elî, Dîkmedaş, Siftek Jorîn, Siftek Jêrîn, Boban, Çariqlî û Dolê Sexîr ên li rojavayê Kobanê tên topbarankirin.

Ji bilî wan, baregehên hêzên hikumeta Şamê li rojhilatê Kobanê rast êrişan hatin.

Li Minbicê jinek û zarokek birîndar bûn

Duh jî artêşa dagirker gundê Hoşeriyê, Qertwêran, Seyade, Ewd Dadat û Ereb Hesen ên dikevin bakurê rojavayê Minbicê jî topbaran kir.

Di encama vê êrişa li ser gundewarê Minbicê de jinek û zarokek birîndar bûn.

Back to top button