NPG: Artêşa dagirker li Garê têk çû, neçar ma paşve vekişiya

Arêşa Tirk a dagirker ji ber derbên giran ên gerîla li Garê tarûmar bû.
Rayedarên dewleta Tirk ragihand ku wan êrîşa dagirkeriya li ser Garê bidawî kirine.
Fermandariya Bîryargeha Navenda Parastina Gel diyar kir ku operasyona dagirkeriyê ku 10’ê Sibatê dest pê kir, sibeha 14’ê Sibatê têk çû û neçar ma xwe vekişînin.
NPG’ê ragihand, ku dewleta Tirk ji bo leşkerên dîl bikuje ji hewa û bejahî ve êriş kir û got:
“Êrişa li ser kampa dîlên şer bi ti awayî ne ji bo xilaskirina wan bû, lê belê ji bo kuştina wan bû.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hûlûsî Akar duh di saet yekê şevê derket beramberê kamereyan û ragihand ku wan êrîşa ku 10’ê sibatê de li hemberî Herêma Garê ya başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin, bi dawî kiriye.

Serfermandarê artêşa dagirker Yaşar Guler jî diyar kir ku wan hêzên xwe paşve kişandine.

Akar, têkildarî êrîşa dagirkeriyê de diyar kir ku 3 leşkerên wan hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.

Akar, 13 leşker, polîs û endamên MÎT’ê ku di destê gerîla de bûn û bi bombebarana balafiran hatin kuştin jî berevajî kir û weke sivîl nîşan da.

NPG: Artêşa Tirk dîlên şer bombebaran kir û hin ji wan hatin kuştin

Derbarê mijarê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel-NPG’ê daxuyaniyek da.

NPG’ê diyar kir ku artêşa dagirker di êrîşa xwe ya li ser Garê de di sibeha 14’ê Sibatê de têk çû û neçar ma xwe vekişînin.

NPG’ê bersiv da daxuyaniyê rayedarên Tirkiyê yên derbarê dîlên şer de û got:

“Ti armanca dewleta tirk a rizgarikirina wan dîlên şer nînbû, ji bo wan bikujin ji bejahî û hewayî de êrîşê wan kir. ”

NPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev agahî dan.

Niha jî ji bo vê êrişa li derveyî mirovahiyê, vê êrişa kirêt û têkçûna xwe ya giran binixumînin, bi endîşe derewan dikin û rastiyê berevajî dikin.

Tevî daxuyaniya me û banga malbatên dîlên şer jî dewleta Tir 3 roj bê navber kampa ku beşek ji endamên MÎT’ê, leşker û polîsên tê de bû bombebaran kir.

Di encama bombebarana Tirk de hin dîlên şer hatin kuştin.

NPG’ê diyar kir ku ji kuştina dîlên şer, wezîrê şer Hulusî Akar berpirsyar e.

Her wiha NPG’ê ragihand ku ziraviyên şerê qewimî û bîlançoya dawî ya ji bo herdu aliyan, di dema nêz de wê bê zelalkirin û bi raya giştî re bê parvekirin.

Back to top button