Kobanê-Jinên ciwan li hember tecrîdê meşiyan

Şêniyên herêma Firatê di bin pêşentiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de li dijî tecrîda li ser Rêber Apo meşiyan.
Di çalakiyê de di serî de jin û ciwanan, welatiyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya navçeya Şêranê ya girêdayî bajarê Kobanê, li dijî tecrîdê meşek li dar xistin.

Meş ji navenda navçeyê de despêkir û heta navenda saziya malbatê şehîdan bi dawî bû.

Di meşê de welatiyê bi navê Wêso Bozan axivî û got:

“Em rexnedayînê ji bo rêber Apo didin ku ji ber ku heta niha me nikarî bû Rêber Apo azad bikin.””

Her wiha welatiya Fatme Ehmed axivî û anî ziman ku ji bo azadiya rêber Apo emê heta dawiyê li ser piyanbin.

Back to top button