Li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê daneyên TUÎK ji aliyê kedkaran ve hate şermezar kirin

Li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê daneyên enflasyonê yên TUÎK ji aliyê sazî û rêxistinên kedkaran ce hate şermezar kirin.

Li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê daneyên enflasyonê yên TUÎK ji aliyê sazî û rêxistinên kedkaran ve hate şermezar kirin.

Platforma şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê yê Enqereyê têkildarî mijarê li pêşiya TUÎK’ê çalakî li dar xist

“Daneyên TUÎK’ê li ser xwesteka AKP’ê hatine parvekirin”

Li wir berdevkê demê yê platformê Cemal Erdogan bal kişand ser daneyan û got:

Di serî de yên mûçeyê kêmtirîn digirin, em ji hemû kesên di bin bihabûna her tiştî û zeman de dieciqin dipirsin, gelo ji van kîjan enflasyona te ye?”

Cemal Erdogan, got ku daneyên TUÎK’ê li ser xwesteka AKP’ê hatine parvekirin û bang li hemû kedkarên kir ku li dijî hêjariyê û lîstokên desthilatê mil bil mil têbikoşin

“Her ku TUÎK bi reqeman dilîze, pariyê nanê bi milyonan kesan biçûk dibe”

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DÎSK jî li pêşiya TUÎK’ê çalakiya rûniştinê li dar xist.

Seroka DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû di çalakiyê de axivî û got:

“Her ku TUÎK bi reqeman dilîze, pariyê nanê bi milyonan kesan biçûk dibe.”

Bi heman armancê li Amedê jî Endamên Platforma Şaxan a KESK’a li pêşiya TUÎK’ê hatin ba hev.

Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Em dixwazin mîna mirovan bijîn” hate berzkirin.

Her wiha li Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Antalya û Stenbolê jî daxuyanî hatin dayîn.

Li Tirkiyê Eflansyon: TUIK ji sedî 38, ENAG ji sedî 108

Back to top button