Serçeteyeke dewleta Tirk gelek caran destdirêjî li jineke ji Şamê kir

Jineke ji Şamê bi vîdyoyekê eşeker kir ku serçeteyekî dewleta Tirk a dagirker gelek caran destdirêjî lê kiriye û ev çete şantaj lê kir ji bo ku wê ji girtîgehên polîsên leşkerî yên dagirkeriyê derxe.

Jina bi navê Meryem diyar kir ku cendirmeyên dewleta Tirk a dagirker di destpêka ku ew derbasî xaka Tirkiyê bûye ew girtin.

Piştre ew radestî çeteyên artêşa niştimanî kirin û li wir demekê di girtîgehê de hat girtin.

Meryem da zanîn ku ew dibirin odeyeke baş di girtîgehê de û serçeteyeke bi navê “Ebû Mehmûd El-Esmar” bi berdewamî serdana wê dikir û ji wê re pêşniyar dikir ku ji girtîgehê derbikeve ku 3 hezar dolar bide.

Dema ku ev pere peyda nekir gelek car destdirêjî lê kir.

Serçete Eb Mehmûd El-Esmar ji bajarokê El-Quseyr ê girêdayî bajarê Humsê ye û di nava çeteyên Sultan Murad ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de cih digire.

Back to top button