Komîteya Şilêr a zarokan ya li Şehba û Qamişlo bi daxuyaniyên cuda êrişa zayendî şermezar kir.
Bang li saziyên mafên zarokan hat kirin ku li hemberî qetilkirin û tecawiza li ser zarokan helwesta xwe diyar bikin.
Duh çeteyên Hemzat ên dewleta Tirk li gundê Ciwêq ê Efrînê êrişek zayendî li zarokeke 13 salî hat kirin.
Ev hovîtî û bê-exlaqiya çeteyan rastî bertekan hat.
Îro li kampa serdam a Şehbayê, Komîteya şilêr a zarokan ya kantona Efrîn û Şehba daxuyaniyek da.