Rêxistinên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk li navçeyên wanê serdanên xwe yên Cejna Qurbanê îro jî dewam kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav Şandeyê cejna rêveberên partiya xwe û xelkê pîroz kir.
Pervîn Bûldan diyar kir ku ew ê xeteke nû ya têkoşînê ava bikin û got:
“Bi guhertin û veguhertina ku wê di kongreyê de dest pê bike, em ê kêmahiyên xwe bibînin û li ber xwe bidin
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan HDP û Partiya Çepên Kesk li navçeyên wanê serdanên xwe yên Cejna Qurbanê îro jî dewam kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de Şandeyê cejna rêveberên partiya xwe û xelkê pîroz kir.
Di hevdîtinên li navçeyan de Pervîn Bûldan derbarê geşedanên di rojevê de axivî.
Pervîn Bûldan: Em ê xeteke nû ya têkoşînê ava bikin
Pervîn Bûldan anî ziman ku tevgera siyasî ya Kurd dema ku neket hilbijartinê jî têkoşiya û wiha got:
“Hilbijartin parçeyek ji vê têkoşînê ye, lê bi dîtina min neheqiyek mezin e ku em encamên hilbijartinê wekî têkçûn binav bikin.
Em bi îmkanên dewletê neketin hilbijartinê.
Em hemû dizanin ku hikûmet bi bikaranîna medya, artêş, dadwerî, pere û çavkaniyên vê dewletê desthilatdar e. ”
Bûldan diyar kir encamên hilbijartina ne di şert û mercên demokratîk de divê moralê kesî xera neke û got:
Em ê bi kêmasî û xeletiyên xwe re rû bi rû bên.”
Bi domdarî Pervînê destnîşan kir ku ew ê xeteke nû ya têkoşînê ava bikin û ev tişt anî ziman:
“Bi guhertin û veguhertina ku wê di kongreyê de dest pê bike, em ê kêmahiyên xwe bibînin û li ber xwe bidin.
Di pêvajoyeke ku polîtîkaya tecrîd û şer dewam dike de, divê em bi polîtîkayên AKP-MHP’ê yên ji bo HDP’ê ji hilbijartinê dûr bixin, zanibin. ”
Pervîn Bûldan: Em ê bi hemû nasnameyan têkoşîna xwe bidomînin û berfireh bikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di dawiya axaftina xwe de got, ew ê bi hemû nasnameyan têkoşîna xwe bidomînin û berfireh bikin.
Serdana şandeyê piştî serdanên Payîzava û Westanê bi dawî bû.
Hevserokên Partiya Çepên Kesk û HDP cejna welatiyan pîroz kirin