Li Minbicê hemleya hişyarkirinê der barê narkotîkê de berdewam in

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Minbicê bi armanca hişyarkirina şêniyan der barê narkotîkê de û bandorên wê li ser civakê civîneke berfireh li dar xist.

Îro civîneke berfireh li Kampa Rojhilat a gundê Resim El Exder li dar xist.

Endama rêveberiya PYD’ê Rîm Derwîş axivî û behsa xetereyên bikaranîna narkotîkê li ser civakê kir.

Piştre endama Komîteya Tenduristiyê Emel Mihemed bandorên narkotîkê li ser mirov di aliyê tenduristiyê de şîrove kirin.

Endama Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê Esale Axa jî mijar di aliyê qanûnî de şîrove kir û got:

“Li gorî madeya bi hejmar 40, kesê narkotîkê bi kar tîne yan belav dike, yan jî dikire û bazirganiya wê dike herî kêm 10 sal ceza lê tê birîn û divê milyonek heta 100 milyonî lîre ceza bide.

Li gorî madeya 34 ya qanûna narkotîkê, kesê narkotîkê bi kar tîne 6 meh heta salek ceza lê tê birîn û divê 500 hezar lîreyê Sûrî bide.”

Back to top button