Di çarçoveya bandorên dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê de, jenerator dê rojê tenê 2 saet kehrebe bidin şêniyan.
Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo derbarê vê mijarê de axivî.
Mihemed Şêxo diyar kir ku heke dorpêça hikûmeta Şamê berdewam bike û sotemenî derbasî herêmê nebe, êdî piştê 2 rojan, nikarin jeneratoran pêxin.
Jenerator rojane 4 saet kehrebe didan şêniyan, lê ji ber dorpêçê deste dê saetên dayîna kehrebeyê heta 2 saetan kêm bike.
Dorpêça hikumeta Şamê li ser van herêman didomin û nahêle madeyên sereke derbasî kantonê bibe.