Welatparêzê Kurd Xalîl Şen ê li Almanyayê bedean xwe da ber agir û şehîd bû

Welatparêzê Kurd Xelîl Şen ê li Almanyayê rûdinişt, di salvegera Komploya 15’ê Sibatê de bedena xwe da ber agir û şehîd bû. Xelîl di nameya li pey xwe de hiştiye ji bo azadiya Rêber Apo banga têkoşînê dike.

Welatparêz Kurd Xelîl Şen ê 25 salî ku li bajarê Dresden a Almanyayê dijiya, ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li Îmraliyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

Xelîl Şen ê sala 1971’an li navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dinê, di nameya ku li pey xwe hiştiye wiha dibêje:

“Bi hezaran Kurd li girtîgehan in. Ev serhildana min e.

Bi mehan e agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Bi taybet Kurdên li Ewropayê yên ku dibêjin em welatparêz in û destekê didin têkoşînê, yên azadiya Kurdistanê dixwazin, dîsa şoreşger, demokrat di nava bê hestyarbûnê de ne. Ev ne layîqî kesê ye.

Têkoşîna 45 salî ya PKK’ê bi qasî ya gelê Kurd e, heman demê têkoşîneke ya mirovahiyê ye.

Ji bo azadiyeke bi rûmet mirovên bi rûmet demên borî berdêl dan, ji niha û şûn ve jî wê mirovên bi rûmet berdêl bidin û didin.”

Back to top button