QSD: Em papendî însiyatîfa xwe ya xebatên yekîtiyê ne

QSD’ê diyar kir ku ew girêdayî însiyatifa xwe ya xebatên ji bo yekîtiyê yê di navbera PYNK û ENKS’ê de ne.

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê têkildarî hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

QSD’ê diyar kir ku ew pabendî insyatîfa xwe a ji bo hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS’ê de ne.

QSD’ê bang li aliyan kir ku ji bo yekîtiyê bi berpirsiyar tevbigerin.

QSD’ê dazanîn ku hevîdtinên di navbera partiyên kurd de beşek ji stratejiya Hêzên Sûriya Demokratîk e ku bibe destpêka hevdîtinên ji bo Sûriyê jî.

Her wiha partî û rêxistinên Bakûrê Kurdistanê jî di çarçoveya xebatên yekîtiyê de li navçeya Nîsebînê ya Mêrdînê tevî astengiyên polîsan jî xebatên xwe didomîne.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarê xebatên ku dimeşinin de diyar kir ku gelê kurd yekitiyê dixwaze ewê xebtên xwe bênavber bimeşînin.

Back to top button